ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Sanchez: Wêneyê li Rojhilata Navîn ji şerê Iraqê xerabtir e
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez anî ziman ku krîza heyî dikare encamên ji şerê 2003'an ê Iraqê girantir bi xwe re bîne. Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî da ku êrişên li derdora navendên nukleerê têne kirin dikare 'felaketê' bi xwe re bîne. -
Êrişa li ser baregeha Heşdî Şabî: Herî kêm 7 mirî
Li navçeya Hanbaniye ya wîlayeta Enbarê ya Iraqê, baregeha Heşdî Şabî bi balafirên şer hate bombekirin. Li gorî Wezareta Parastinê herî kêm 7 kes mirin. -
CENTCOM: Ji destpêka şer û vir ve 13 leşker mirin
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku ji destpêka şerê Îranê û vir ve 13 leşkerên wan mirin, 290 jî birîndar bûn. -
Şerê Îranê: Êrîşên beramber didomin, ji Trump plana bi 15 maddeyî
Li Rojhilata Navîn liv û tevgera leşkerî û dîplomasî di heman kêliyê de zêde dibe. Êrîşên fuzeyan ên Îranê, bombebarana Îsraîlê ya li ser Tehranê û plana “aştiyê” ya DYE’yê, krîz gihand asteke nû. -
HRANA: Di nava 24 saetan de 12 sivîl hatin kuştin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di êrişan de 12 sivîl hatin kuştin, 37 jî birîndar bûn. -
Iraqê rê da Heşdî Şabî: Erka parastina rewa
Rêveberiya Iraqê erk da Heşdî Şabî û hêzên ewlekariyê ku yekser bersivê bide êrişan. -
Li Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
Medya dewletê ya Lubnanê ragihand ku Îsraîlê êriş bir ser Nabatiye û Sidonê, di encamê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. -
Di şerê Îranê de bi giştî 290 leşkerên DYE'yî birîndar bûn
Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku di êrişên li ser Îranê de 10 jê bi giranî 290 leşkerên wan birîndar bûn. Hate ragihandin ku 13 leşker jî mirin. -
Li Hewlêrê droneyek hate xistin, li Selahaddînê baregehên Heşdî Şabî hate bombekirin
Li Hewlêrê êrişeke bi droneyê hate astengkirin, parçeyên wê li avahiyekê ketin. Heman demê li Selahaddînê jî baregehên Heşdî Şabî bûn hedefa êrişên hewayî. Di encamê de 7 kes birîndar bûn. -
DYA amadekarî dike ku bi hezaran leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn
Li gorî nûçeyên çapemeniya navneteweyî, Pentagon plan dike ku ji Tûgaya 82’yemîn a Hewayî bi hezaran leşkeran bişîne Rojhilata Navîn. -
Li Îranê herî kêm 466 kes ji ber înternetê hatin binçavkirin
Rayedarên Îranê diyar kirin ku di pêvajoya şer a welêt de bi îdîaya "hewl dan tevlîheviyê bikin" a li ser înternetê 466 kes hatin binçavkirin. -
Îsraîl: Dewletek û şerê wê yên herêmî -I
Di 129 salên bihurî de ku ji Yekemîn Kongreya Siyonîzmê ya li Baselê heya avakirina dewletê û naskirina Qudsê ya weke paytextê Îsraîlê ya ji aliyê DYE’yê ve Îsraîl veguherî avaniyeke hegemon û a niha li Rojhilata Navîn di nava şerekî mezin de ye. -
Li Îranê û Rojhilat 36 welatî hatin kuştin
HRANA'yê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 36 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 138 jî birîndar bûn. -
Êrişên Îran û Îsraîlê dewam kirin, Trump ultîmatoma xwe nerm kir
Êrişên Îran û Îsraîlê li gel liv û tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dikin. Helwesta DYE'yê jî ji nişka ve guherî ku vê yekê rêya dîplomasiyê jinûve xist rojevê. -
Fermandarê Heşdî Şabî hate kuştin
Di êrişa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser baregeha Heşdî Şabî de Fermandarê Operasyonê Sead Baici hate kuştin. -
Li Iraqê êrişa hewayî li ser baregeha Heşdî Şabî
Baregeheke leşkerî ya Heşdî Şabî ya li Enbarê bû hedefa êrişê. Di encamê de 2 leşkerên Heşdî Şabî jiyana xwe ji dest dan, 5 jî birîndar bûn. -
Wezareta Karên Derve ya Îranê angaştên hevdîtina bi DYA’yê re derewand
Tahranê daxuyand ku di 24 rojên dawî de bi DYA’yê re tu têkilî nehatine danîn û angaşta Trump a "hevdîtinên erênî" red kir. -
Trump: Lihevkirina DYA û Îranê nêzîk e
Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku di hevdîtinên bi Îranê re têne kirin de pêşketinên girîng çêbûne. Trump got ku; bidawîkirina bernameya nukleerî mercê bingehîn ê lihevkirinê ye; û hişyarî da ku heke ev pêk neyê bijareya leşkerî wê bisepînin. -
Baregeha Heşdî Şabû bû hedefa êrişa hewayî
Baregeha Heşdî Şabî ya li bajarokê Germe yê li bajarê Enbarê yê Iraqê hate bombekirin. -
Li dijî Îranê êrîş: Kuştî û birîndar hene
Hat ragihandin ku, di encama êrîşa hewayî ya DYE û Îsraîlê yên li ser Tehranê de kuştî û birîndarî hene. Her wiha tesîsa droneyê hat îmhakirin. -
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî: Aboriya kûreyî di bin gefê de ye
Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ji bo Rojhilata Navîn hişyarî da û got, “Aboriya kûreyî îro di bin gefeke pir mezin de ye.” -
Îran hêzên xwe yên leşkerî li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike
Îranê yekîneyên leşkerî yên nû sewqî xeta sînor a Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û bajarê Merîwan kir. -
Îran-Îsraîl-DYE li hev dixin û gefan li hev dixwin
Di şerê Îsraîl-DYE-Îranê de êriş dewam dikin. Li welatên herêmê jî rageşî bilind dibe. Di êrişan de sivîl û zarok jiyana xwe ji dest didin. -
HRANA: Li Îranê di nava salekê de 61 jin hatin darvekirin
HRANA'yê ragihand ku di nava salekê de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 61 jin hatin darvekirin. -
Îranê gef li saziyên ku fînanseya DYA’yê dikin xwar: Hûn dibin armanca rewa
Rayedarên Îranî gef xwarin ku ew ê DYA û saziyên ku fînanseya wê dikin bikin armanc; li aliyê din serokên Ewropa û herêmê bangên kêmkirina rageşiyê, vekirina Tengava Hurmuzê û agirbestê kirin.